1. nivîskar û sosyolog û akademîsyeneke kurd e.. li silîva navçeya amedê hatiye dinyayê.. li zanîngeha boğaziçiyê beşa sosyolojîyê xwendiye.. li zanîngeha bîlgiyê wek hîndekar ders daye.. di kovarên wek birikim, köprü, karakalem, tezkire û di rojnameyên wek yeni yüzyıl, radikal2, yeni asya, yeni şafak, zaman û tarafê de gelek nivîs û meqalatên wî yên li ser sosyolojî, îslam, bedîuzamena mele seîdê kurdî û pirsgirêka kurdistanê derketine.. |
|
28.09.2013 09:12 ~2016.07.28 20:18 |
endazer
|
2. ji perspektîvek îslamî li ser pirsgirêka vegirtin û dagîrkirina kurdistanê ya ji aliyê dewletên misilman ve dinivîse.. bi jargona rîsaleyên bedîuzeman mele seîdê kurdî diaxive û dinivîse..teşbîh û metaforên têra xwe fesîh û resen ji bo vegotina pirsgirêka kurdistanê bikar tîne.. qelema wî bi qasê şûrê îmamê elî tûj û birra ye.. ji xwe ji ber hindê hêj niha bûye kelemê çavên nivîskarên wek ertuğrul özkök û ali bulaç yên ultra misilman û zir-demokrat.. tîrên xwe ji nava dil dikêşe û li tehta eniya diçikîne.. |
|
28.09.2013 09:25 |
endazer
|
3. bi nivîsa xwe ya îro ya di rojnameya tarafê de kevirek qerrase li guzeka tirkên kemalîst û tirkên îslamÎ ên cemaetperwer û hikûmetperwer xistiye.. Here lînkê |
|
30.11.2013 17:23 ~2015.09.14 04:17 |
endazer
|
4. pisporê rîsale-î nûran e, ku serperishtiyê li wergera wan a bo îngilîzî dike. |
|
30.11.2013 20:27 |
gordereş
|
5. ecêb e yaw tu dibînî ku mijarên wî tev li ser dagirkirina kurdistanê ne û dibêje ji ber ku kurd nabin kurd dibin tirk û nizanim çi... |
|
05.11.2014 11:32 |
gulan
|
6. gava dî li ser kurdên ku bêyî ku bibin kurd bûne îslamîst an sosyalîst liqayî nivîsareka wî hatim, di rojnameya tarafê de, yanî kurdên ku bi wesf û nasnameyên gerdûnî, nasnameyên xwe yên lokal dikujin an vedişêrin. camêr di nivîsa xwe de nasnameya felişÎ ya kurd ya ku vê sedsala dawîn bi derbên kotek û dagirkeriyê an asîmîle bûye an jî dejenere, ew qasî baş û serîh îfade kiriye ku mirov ecêbmayî dimîne. di dawiya nivîsara xwe de ji bo kurdan dibêje tu ne mecbûr î, bibî pratÎka teoriyên xelkê û jiyaneke teqlîdî bijî. |
|
13.12.2014 15:03 |
uciezkvidyêvp
|
7. her ku dinivîse, ne tenê dûmanê, lêbelê tirrê li îslamîstan, li îslamîstên -ên kurd jî di nav de- terkakurdiyê ferza îslamê dibînin berdide. nîviskarekî di van demên paşin de qasî wî li gor dilê min dinivîse tune ye. |
|
13.12.2014 15:10 |
fethî ronî
|
8. (bnr: Îmana wî heye) |
|
30.03.2015 10:01 ~10:45 |
ceso
|
9. Dîsa lotikek xweş li sofiyên qûnneşûştîyên tirk xistiye |
|
30.03.2015 10:39 |
ceso
|
10. nivîskarê min ê vê taliyê ye. çi binivîse bawer dikim ez ê bikaribim îmzeyeke qerrase li bînê nivîsa wî bixim wekî çawa ez jî wek wî difikirim. îmana zir-îslamîst û kemalîstan diçikîne. di şerê cimeat û akpyê de aliyê edaletê girt û kêmasiyên her du aliyan bi zimanekî bimbarek rave kir. ji me kurdan re lazim e. xwedê hêzê dibe qelema wî û îmana wî kamil bike. xwedê misilmanê wek wî yên jidil li nav me kurdan zêde bike înşellah, amîn. |
|
30.03.2015 20:08 ~23:43 |
serhednişîn
|
11. Bi kurdî zane. Lê hinekî eblogeblo ye. (xalê mucahît li qusûrê menêre lê wisa ye) piştî ku min xwe çirand, min bala wî kişand ser tirşikê. Aha binêrin |
|
10.04.2015 23:33 |
ceso
|
12. bi vê; Here lînkê nivîsa xwe rastiya beloq Û berçav bi sedan salan ya mêtingehbûna kurdistanê ku ez jî tê de êdî ji bîra me gelekan çûye û me hay jê nîne, li ser têgeha ''kökenli'' îzah kiriye.. xwudê qelema wî daîm bike înşileh û berê wî ji heqî û heqîqetê danegerîne.. |
|
02.09.2015 23:36 |
endazer
|
13. çewa ji taxikê ev meriv derketîye hêjî hişê min nagire |
|
02.09.2015 23:59 ~2015.09.03 00:01 |
shorbevan
|
14. nivîskarekî wek ibrahim xelîl baran bi tirkî dinivîse |
|
03.09.2015 23:26 |
dijber
|
15. li ber dilê min û çavê min, bedîuzzemanê kurd yê sedsala bîst û yekemîn e, ne zilm ne zîllet.. heq û heqîqet çi be wê dibêje, guh nade tu xatiran.. guh nade bertekên tirkên îslamo-faşîst û kurdên partî-perest, ya dilê xwe dibêje, xweş jî dibêje, bi qasê dixweye bi ser qelema rîsaleyên nûr ve bûye û bi hostatî bikar tîne.. |
|
14.09.2015 04:15 |
endazer
|
16. nivîskareke li cihde ji taxa cimeetê. dest-xweş be, pir baş dinivîse. |
|
14.09.2015 17:22 |
azadixwaz
|
17. nivîsara vê taliyê ya camêr nola nivîsarên wî yÊn kevn, xweş bû.. |
|
14.09.2015 20:08 |
ferhenga şikestî
|
18. piştî hewldana derbeya 15ê tîrmehê, li ser rewş û rola kurdan di vê pêvajoyê de tesbîtên baş û cihde kirine. |
|
28.07.2016 20:22 |
endazer
|
19. pirtûka wî ya ewil bi navê islamda savaş bitmiştir (di îslamê de şer nemaye) ji nav weşanên avestayê derketiye. pirtûk ji nivîs û gotarên mücahit bilici yên li ser mijarên wek; îman û azadî, îslam û demokrasî, şîr'et, xîlafet, cîhad û hwd pêk tê. yên dixwazin dikarin di pêşangeha pirtûkan ya tüyapê ya li stembolê ji standa weşanên avestayê peyda bikin. |
|
16.11.2016 03:39 |
endazer
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |